Mesrûr Barzanî: Nabe gelê Kurdistanê bibe qurbanê berjewendiyan

08 nîsan 2019 17:08
Mesrûr Barzanî: Nabe gelê Kurdistanê bibe qurbanê berjewendiyan

PeyamaKurd – Îro duşemê (08.04.2019) Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz û şandeya bi wî re kir.

Di hevdîtinê de pêşketinên navçeyê û pêwîstiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêwîstiya yekrêziya gelê Kurdistanê û bihayên berjewendiya giştî kir û ragihand, gelê Kurdistanê hêjayî xizmeta zêdetir e û nabe bibe qurbana berjewendiyên partiyan.

‘JI BO DABÎNKIRINA DAXWAZÊN HEMWELATIYAN PÊWÎST E BILEZ GAV BÊN AVÊTIN’

Herweha balkêşandina ser guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û got ji bo dabînkirina daxwazên hemwelatiyan pêwîst e bilez gav bên avêtin.

‘ROLA SEROK BARZANÎ KARÎGER Û PÊWÎST E’

Ji aliyê din ve Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê rola Serok Barzanî ya nêzîkbûna aliyan de, karîger û pêwîst dît û herweha amaje bi yekrêziya ji bo xurtbûna zêdetir a herêma Kurdistanê kir û daxwaza serkeftinê di erkê xwe yê nû de ji Mesrûr Barzanî re xwest û piştevaniya partiya xwe bo bicîhanîna erkê niştimanî û giştî de ragihand.