Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dê her tim bi ser bikeve
20 cotmeh 2024 12:18
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Cotmehê li Pîrmamê piştî ku dengê xwe ji bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da ragihand: “Hêvîdar im hemû welatiyên ku mafê wan ê dengdanê heye îro biçin ser sindoqan û biryarê li ser diyarkirina nûnerên xwe û hikûmeta xwe ya bê bidin.”
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hilbijartinên îro yên parlementoyê di keşeke aram de derbas bibin û got: “Hêvîdar im gelê Kurdistanê îro xelata xizmet û dirustiya xwe bide û kesên ku bi çarenivîs û mafên gelê Herêma Kurdistanê dilîze ceza bike.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Hêvîdar im serkeftin ji bo Kurdistanê be û ez bawer im gelê Kurdistanê dê her tim biser bikeve.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mesrûr Barzanî: PDK bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê
10 îln 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin