Ji Mesrûr Barzanî: Em ê sibe biryareke di berjewendiya gelê Kurdistanê de bidin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di 16emîn roja meha Remezanê de li mizgefteke bajarê Hewlêrê tevlî xwarina fitarê bû û daxuyaniyên girîng dan. Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya fitarê de got ku ew dê sibe di Encûmena Wezîran de biryareke girîng di berjewendiya gelê Kurdistanê de bidin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li xwarina fitarê gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rewşa nehevseng a neşandina mûçeyan û spasiya xweragirî û sebirkirina welatiyên Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî got, ji bo çareserkirina kêşeyan di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê de, çi ji destê wan bê ew ê bikin, bêyî ku dest ji mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê berdin.
Hewldana nehiştina qawareya Herêma Kurdistanê
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Demek e hewldanek heye ku qewareya Herêma Kurdistanê nemîne yan lawaz bibe. Komplo bi awayên curbecur hatiye cîbicîkirin û mixabin hinek nêrînên dijminane karîne bi vî awayî li hember Herêma Kurdistanê reftar bikin, ya ji wê nexweştir jî ew e ku li navxwe alîkarî ji bow ê hizra şoven hate dayîn.”
Qawareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Avakirina Herêma Kurdistanê bi vî rengî, kesekî xêr bi me nekiriye, ev berhema xwîna şehîdan û têkoşîna gelê me ye û hûn hemû jî di afirandina vê ezmûnê de beşdar bûn. Destûreke me heye ku maf û erkên me diyar dike û me xemsarî nekiriye ku erkên xwe bi cih bînin, lê mafên me hatine binpêkirin û nehatine dabînkirin û hewl hatiye dayîn tiştên ku di destûrê de hatine nivîsandin, binpê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha bang li hemû aliyan kir ku dest ji berjewendiyên xwe yên partît û kesayetî berdin ku aliyek bi ser aliyekî bikeve. Ev ne destkeft e, lê destkeft ew e ku biratiya di navbera hemû pêkhateyan de û destkeft û ezmûna xwe biparêzin.
Em wek du bereyan dabeş kirine
Serokwezîr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Li vir em li ser du bereyan dabeş bûne: Eniya xweragirî û parastina ezmûnên xwe û rêzgirtin li xwîna şehîdan û têkoşîna xwe. Bereya duyem jî di wê baweriyê de ye ku tenê nanê rûreşiyê bidin me û hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bibin mûçe, ku ez bawer im piraniya gelê Kurdistanê ne bi vê nêrînê re ye. Em dixwazin rêzê li xwîna şehîdên xwe û têkoşîna vê ezmûnê bigirin û biparêzin.”
Dev ji berjewendiyên partîtî û kesayetî berdin
Mesrûr Barzanî bang li hemû aliyan kir ku dest ji berjewendiyên xwe yên partîtî û kesayetî berdin ku aliyek bi ser aliyekî bikeve. Ev ne destkeft e, lê destkeft ew e ku biratiya di navbera hemû pêkhateyan de û destkeft û ezmûna xwe biparêzin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin