Mesrûr Barzanî: Encama civînên ligel Iraqê wê di berjewendiya welatiyên me de bin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de hate destnîşankirin, “Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî paqij û zelal û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî binpêkariyan bên kirin.”
Di beşeke din a civînê de, danûstandin li ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rûniştinên Civata Wezarî ya Iraqê ji bo karûbarên aborî li Hewlêrê, ku danûstandin bi awayekî vekirî û erênî hatin kirin û encamên wê dê di berjewendiya welatiyên me de bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin