Mesrur Barzanî: Ji bo Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke nû pêwîst e
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson re civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtina îro 16ê Çileyê pêk hat de, li ser têkoşîna dijî terorê û rewşa Rojhilatê Firatê û Sûriyê hatiye axaftin.
Mesrûr Barzanî di civînê de diyar kir ku pêwîste di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de rêkeftineke nû were kirin, daku mafê gelê Kurd di guhartinan de were dayîn.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de behsa tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, li Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.
Herwiha di civînê de li ser aramkirina navçeyên rizgarkirî û rêgiriya geşbûna terorê hat rawestîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin