Mesrûr Barzanî ji bo hatina Remezana pîroz peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Înê 1ê Nîsanê bi boneya hatina rojiya meha Remezana pîroz peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ji Xwedêyê mezin nizakar im ku nimêj, rojî û îbadeta hemûyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr, xweşî, ewlehî û aramiyê bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî û pêşveçûna zêdetir a kultura lêborîn û aştiyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin