Mesrur Barzanî bi vîdyo konferansê civîneke taybet li ser tedbîrên vîrusa korona saz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Adarê civîneke taybet bi nirxandina rêkarên rûbirûbûna vîrusa korona û plana hikumetê bo dabînkirina pêsawîstîyên sereke yên xelkê ji xurek, derman, sotemenî, tiştên rojane û herweha rewşa aborîya Herêma Kurdistanê bi giştî li dar xist.
Hat ragihandin ku civîna di çarçoveya cîbicîkirina rênimayên tenduristîyê de, bi rêya Vîdyo Konferansê hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka civînê de, ku Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumet û hejmarek ji wezîran pişikdar bûn, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi navê Civata Wezîran supasîtya xweragirîya xelkê Herêma Kurdistanê kir ûdaxwaz ji wan jî kir, ku paraztina jîyan û selametîya xwe berdewam bin li ser hevkarî û pabendbûnê bi rêkar û rênimayîyan.
Herweha supasîya hemû wezaret û alîyên peywendîyên hikumetê kir û rola hêzên Polîs, Asayîş, Pêşmerge, Pizîşik, Karmend û fermbarên tenduristîyê bilind niraxand. Herweha supasîya hemû hemû wan xwedî mulk û sermayedaran kir, ku li dûv gazî û hewara serokê hikumetê hatin û amadebûna xwe derbirîn bo pêşkeşkirina sanahîkirina pêwîst bo sivikkirina bargiranîya wan kesên ku zîyan bi wan ketîne ji encam cîbicîkirina rêkkarên xweparêzîyê û herweha pêşkeşkirina hevkarî ya darayî bi xelkên Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna Vayrosa Korona.
Do civînê de, biryara hatedan, ku helmeta komkirina pîtak û alîkarîyên darayî helmetaka nîştîmanî be û li jêr serperişyîya rasterasta Civata Wezîran be û dûv re dahata wê bi awayeke zelal û dadperwerane li ser asta qeza û nahyeyan bihête xerckirin ji bo pirojeyên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê. bo evê mebestê jî, tevaya ew hewlêrn hatîne destpêkirin, di vê helmeta nîştîmanî de dihêne komkirin. Herweha daxwaz ji hikumeta Fedralî Îraqê û civaka nêvdeletî kir, di vî bwarî de alîkarîya Herêma Kurdistanê bikin.
Her di wê civînê de, Wezaretên Darayî û Abûrî, navxwe, Karûbarên Pêşmerge û dezgehên asyîşê hatin raspartin ku di zûtirîn dem de, mîkanîzmeka guncayî vebînin bo xerckirina mûçeyê û bi taybet mûçeyên hêzên Pêşmerge, Polîs û Asayîşa navxwe bi mercekê rêkarên xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê bihête raçavkirin.
Di civînê de tekez hate kirin, ku di çarçoveya cîbicîkirina yasaya çaksazîyê de, darayî ya giştî dê hête rêkvekirin bi arasteya xizmetkirina hevwelatîyan û dabînkirina bijêwa wan û xercîyê giştî jî dê bihêne kêmkirin, ku ev jî pişkeke ji karnameya kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê.
Herweha biryar hate dan ku peywendî û hevahengî li gel hikumeta fedral berdewam be ji bo dabînkirin şehinîyê yên darayî û mafên desdtûrîyên Herêma Kurdistanê.
Her di civînê de,biryar hat dan, ku bi van nêzîkan, civîneka taybet bi neft û gazê bihête encamadan bi mebesta gengeşekirina delîveyên rêkvekirina dahat û xercîyên neft û gazê li gel raçavkirina rewşa darayî û lêkevte darayî yên nerênî yên Vayrosa Koronayê û daketina beha neftê di bazarên cîhanê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin