Bi seroktiya Mesrur Barzanî civîneke taybet a darayî hat lidarxistin
PeyamaKurd - Bi seroktiya Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, civîneke taybet bi qerz û pêgiriyên darayî yên herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û wezîrên pêwendîdar, civîneke taybet bi qerz û pêgiriyên darayî yên ser Hikûmeta herêma Kurdistanê birêve bir.
Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de, Rêveberiya beşê Rêveber û Hemahengiya Qerzên Giştî ya ser bi Civata Wezîran ve, raporek berfireh bi bername û datayên pêwîst, derbarê qerz û pêgiriyên darayî yên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Di civînê de rapora ji aliyê wezaret û aliyên pêwendîdar hatibû amadekirin, hat pêşkeşkirin. Herwiha piştî danûstandin û lihevguhertina nerînan, biryar hate standin, qerz û pêgiriyên darayî arasteyî Dîwana Çavdêriya Darayî ya herêma Kurdistanê bikin, wekî aliyê pêwendîdar bi mebesta dûvdaçûnê, ji bo di zûtirîn demê de pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê û raya giştî bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin