170 Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû dikin
11 cotmeh 2022 13:03
PeyamaKurd – Li Iraqê 170 Parlamenteran daxwaznameyek pêşkêş kirin û daxwaz kirin roja 12ê Cotmehê Parlamento civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê li dar bixe.
Li gor Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî di daxuyaniyeke ji bo medyaya Iraqê de da zanîn, 170 Parlamenteran daxwaznameyek pêşkêş kirine û xwestine roja 12ê Cotmehê Parlamento civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê li dar bixe.
Herwiha îro salek di ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re derbas dibe, lê heta niha aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê negihîştine tu rêkeftinekê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Nûnerê Taybet ê Nû yê Trump ê Iraqê: Ez dixwazim Iraqê dîsa mezin bikim
25 cot 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin