Mesrûr Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya: Amerîka amade ye...
PeyamaKurd - Serokwezîrê bo hikûmeta nehem a herêma Kurdistanê erkdarkirî Mesrûr Barzanî, îro duşemê pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Îran û Iraqê Andro Pîk kir. Pîk di hevdîtinê de destnîşan kir, 'Amerîka amade ye hevkariya Kurdistanê bike û pêwendiyên ligel Hewlêrê bihêztir bike.'
Di hevdîtinê de ku Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê û nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî kirin de, behsa rewşa Rojhilata Navîn û pêwendî û hevkariyên navbera Amerîka û Kurdistanê hat kirin.
Mesrûr Barzanî behsa xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir û godt, hikûmet dê di dema xwe de pêk were.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê amade ye pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya destûra Iraqê bên çareserkirin.
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka jî daxwaz serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re kir û ragihand, "Amerîka amade ye hevkariya Kurdistanê bike û pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bihêztir bike."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin