Mesrûr Barzanî bi heyetên Amerîka û Brîtanya re hevdîtin kir: “Em dev ji mafên xwe bernadin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şêwirmendê bi tecrube yê berpirsê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê wezareta bergiriyê yê Brîtanyayê Mareşal Martin Sampson û heyeta pê re qebûl kir. Di pey cîgira berpirsê wezareta karên derve ya Amerîkayê ya ji Rojhilata Navîn berpirs Barbara Leaf û heyeta pêre qebûl kir.
Di hevdîtina bi heyeta Îngîlîz re, li ser rewşa giştî ya Iraqê û ji bo pêşdebirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, divê çi bênkirin li serê axifîn. Civîn li Hewlêrê bi tevlîbûna serkonsolê Hewlêrê yê Brîtanyayê David Hunt dewam kir û di civînê de behsa reformên di wezareta Pêşmerge de, têkoşîna li hemberê tehdîdên grûbên terorîst û behsa girîngiya Peymana Şengalê hat kirin.
Serokwezîr Barzanî bi heyeta Amerîka re, bi cîgira berpirsê ji karên Rojhilata Navîn ya wezareta karên derve ya Amerîkayê Barbara Leaf û bi heyeta ku serpereştiya wê dikir re civiya. Di civînê de behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û behsa reformên hukumeta Kurdistanê ya 9 em kirin. Barzanî her weha li ser mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî rawestiya. Serokwezîr Barzanî behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta Federal ya Bexdayê kir û weha got:
“Kurdistan ji bo mafên xwe yên rewa gelek bedelan da. Ji ber wê, di bin ti cûre zorê de, dev ji mafên xwe yên destûrî bernade. Herêma Kurdistanê her carê dibêje ku divê pirsgirêk li ser bingeha destûrê çareser bibin.”
Seroka heyeta Amerîkayê Barbara Leaf jî di axaftina xwe de got:
“Em ê hewlên xwe zêdetir bikin da di mijara pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi taybetî ya xaz û petrolê ji bo di rêya diyalogê de çareser bibin. Ji ber dema van pirsgirêkan çareser nebin, wê bandora neyînî li aştî û îstîqrara Iraqê bikin.”
Serokwezîr Barzanî di civînê de behsa reformên hukumeta Herêma Kurdistanê ya kabîneta 9 em kir û di derbarê wan de agahiyan da heyetê. Her weha behsa cûrekirina dahata Herêma Kurdistanê, avakirina bingehên zexm yên aboriyê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin