Meshedanî: Parlamentoya Iraqê nekarîye pirsgirêkan çareser bike
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî li Forûma Hewlêrê ya Sêyemîn ku îro dest pê kir axivî û got, "Ev heyama parlamentoyê yek ji heyama herî xirab e û gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin."
Meşhedanî, di panela ser navê "Nediyariyek li ser Paşeroja Rojhilata Navîn" de got, Iraq di nav nediyarieyeke mezin de ye û diyar kir, "Heta ku em welatê xwe ji nû ve ava bikin, pêdiviya me bi demê heye."
Meşhedanî li ser Iraqa nû jî got, "Di nav 80 salan de me nekarî dewletekê ava bikin û (di sala 2003yan de) bi çavgirtineke kurt hilweşiya, piştre me ji sifirê dest pê kir."
Serokê Parlamentoya Iraqê derbarê rewşa herêmê de da zanîn ku divê têkiliyên wan bi Amerîka û welatên bihêz re bi istîqrar bin û wiha got: “Ji ber ku tiştên ku li herêmê diqewimin dibin sedem ku nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve were xêzkirin."
Mehmûd Meşhedanî got, “Dema ez têm Hewlêrê ez dibînim ku bi pêş ketiye û ez kêfxweş dibim çimkî Hewlêr beşek e ji welatê min.”
Herwiha Meşhedanî destnîşan kir ku divê hemû aliyên siyasî yên Iraqê xwe wekî xwediyên welêt bibînin û ji bo pêşketina welêt hewl bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin