Mela Bextiyar: Serok Barzanî rêberê gelê kurd e

18 sibat 2026 19:57

Mela Bextiyar, Serok Mesûd Barzanî wek “mezinê gelê kurd û rêberekî neteweyî” binav kir û bang li wî kir ku di çareserkirina nakokiyên hilbijartina Serokomariya Iraqê de rola xwe bilîze.

Mela Bextiyar: Serok Barzanî rêberê gelê kurd e

RûpelNews - Yek ji siyasetmedarên naskirî yê Herêma Kurdistanê, Mela Bextiyar, di bernameya “Basî Roj” ya Kurdistan24ê de bersiva pirsên Jîno Mihemed da. Bextiyar got ku Serok Mesûd Barzanî ne tenê li Herêma Kurdistanê, di çareserkirina pirsgirêkên parçeyên din yên Kurdistanê de jî xwedî rolekî girîng e.

‘Divê PDK û YNK bil ez li hev bikin’

Mela Bextiyar li ser danûstandinên di navbera Yekitiya Nişimanî ya Kurdistanê (YNK) û  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî ragihand ku herdu alî li ser namzedekî hevbeş negihîştine encamekê. Bextiyar got ku danûstandin tenê ji bo avakirina komîteyek hevbeş ya çareserkirina pirsgirêkan hatine kirin, lê mijara parvekirina erk û berpirsiyariyan nehatîye axaftin. Bextiyar, bal kişand ser kêmbûna demê û got, ji ber rewşa siyasî ya hestiyar li Herêma Kurdistanê û Iraqê, divê herdu alî bi lez lihevhatinekê bigihîjin.

‘PDK li Iraqê partiya yekem e’

Mela Bextiyar bal kişand ser giraniya siyaseta PDKê û got ku bi “biryarên di cih de û giraniya siyasî ya PDKê ew li Iraqê kiriye partiya yekem.”

‘Xiyanet li min hat kirin’

Bextiyar, di derbarê vekişîna xwe ya ji pêşbaziya serokatiyê jî axivî û îdia kir ku di warê siyasî û qanûnî de “xiyanet li wî hat kirin”. Herwiha got, heger namzediya wî hatibûya pejirandin, dikaribû bi dengên partiyên Iraqê, bi taybetî aliyên Şiîyan, di gera yekem de serkeftinê bi dest bixe. Her wiha Mela Bextiyar diyar kir ku nepejirandina bawernameya wî ya zanîngeha bilind ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Iraqê ve bandor li pêvajoya namzediyê kiriye.
Bextiyar bal kişand ser girîngiya postê serokatiyê û got ku serokê berê yê Iraqê, Celal Talabanî, rê li ber şereke navxweyî li Iraqê girt.