Mehmûd Abbas hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîkayê Joe Biden re betal kir
18 cotmeh 2023 04:09
PeyamaKurd – Serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas piştî êrîşa Îsraîliyan ya ser nexweşxanê ku tê de 500 kes mirin, hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîkayê Joe Biden re betal kir. Mehmûd Abbas got:
“Ji bo temamê şehîdên xelkê Fîlîstînê me 3 roj şînê ragihandiye û alan daxistiye nîvî.”
Mehmûd Abbas wê îro bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin bikira lê hevdîtinê betal kir.
Biden, ji bo erêkirina desteka xwe ya ji bo Îsraîlê wê seredana Îsraîlê bike û dibe bi hinek lîderên dewletên Rojhilata Navîn re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin