Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas bi serokê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin kir

15 tebax 2024 01:58
Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas bi serokê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas, ji bo di meclisa Tirkiyê de xîtabê parlementeran bike, piştî seredana xwe ya Moskovayê giha Ankara û li Kulliyê bi serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan re hevdîtin pêkanî. Hevdîtina he dû terefan 2,5 seet dewam kir.

Di hevdîtinê de Erdoğan got ku dê Tirkiyê desteka xwe ya ji bo xelkê Fîlîstînê dewam bike, ji bo ber li Îsraîlê bigrin divê raya giştî ya navdewletî zorê bide ser Îsraîlê û di mijarê de ji destê Tirkiyê çi were dê bike.

Balafira ku Abbas û heyeta pê re gihand Ankara seet di 18.20an de giha balafidgeha Ankara ya Esenboğayê û li balafirgehê Abbas û heyeta wî, ji aliyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, balyozê dewleta fîlîstînê Faed Mustafa û gelek kesên din de hat pêşwazîkirin.

Mehmûd Abbas, dê sibê di meclisa Tirkiyê (TBMM) de xîtabê endamên meclisê bike.