Serokê Rûsyayê Putin, li Moskovayê serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas qebûl kir

14 tebax 2024 00:14
Serokê Rûsyayê Putin, li Moskovayê serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas ji bo seredanekî fermî çû Moskovayê û bi serokê dewleta Rûsyayê bi Vladimir Putin re hevdîtin kir. Piştî hevdînê Putin ragihand ku doza Fîlîstînê tenê dikare di rêya aştiyê de şareser bibe û di çarçova biryarên Neteweyên Yekgirtî de dewleta Fîlîstînê bê avakirin.

Di beşa civînê ya ji bo çapemeniyê vekirîbû de, Putin got ku têkiliyên bi ‘Dinya Ereban’ û Fîlîstînê re ji bo Rûsyayê gelek girînge û bûyerên li Rojhilata Navîn ji nêz de dişopîne. Putin weha got:

“Felaketa bi êş û azar ya li Fîlîstînê em bi endîşe dişopînin. Ji bo destekê bidin xelkê Fîlîstînê ji destê me çi tê em dikin. Li gor rêjeyên NY; di êrîşan de li dora 40 hezar Fîlîstînî can dane ku piraniya wan ji jin û zarokan pêktê.”

Putin ragihand ku di mijara Fîlîstînê de tewrê Rûsyayê bi rêk û pêke û ne li gor konjektora dinyayêye.

Mehmûd Abbas jî ragihand ku NY nikaribiye di mijara avakirina dewleta Fîlîstînê de bandorê nîşan bide. Bi sedema zora DYAyê, NY nikaribiye xelkê Fîlîstînê biparêze. Abbas di axaftina xwe de got:

“Rûsya yek ji dostê herî nêz yê Fîlîstînêye. Ez bawerim bi desteka Rûsyayê wê xelkê Fîlîstîn bibe xwediyê dewleta xwe. Têkiliyên me bi Rûsya re dewam dikin û ez bawerim bi desteka Rûsyayê em ê bigihên armanca xwe.”