Elon Musk bi peyamekê gef li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwar

15 adar 2022 17:03
Elon Musk bi peyamekê gef li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwar

PeyamaKurd Damezrînerê kompaniya berhemanîna keştiya esmanî û moşekan yê SpaceX Elon Musk, bi peyamekê gef li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwar.

Elon Musk li ser twitterê di derbarê Ukraynayê de gef li Serokê Rûsyayê xwar û diyar kir: “Ez ji bo rûbirûna xwe û wî bangî Vladimir Putin dikim.”

Herwiha di peyama xwe de Elon Musk hesabê twitterê yê Kremlînê tag kiriye û eşkere kiriye: “Mijara cihê behsê Ukrayna ye, gelo tu vî şerî qebûl dikî?”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Elon Musk di meha Sibatê de kelûpel û pêwîstiyên înternetê yên Starlink a valahiya esman ji bo Ukraynayê çalak kiribû û çendîn car li medyaya civakî piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê nîşan dabû.