Medyaya ku derfetên PDKê bêsînor bikar tîne di bin bandora dezenformasyona PKKê de ye!
PeyamaKurd – Ev demek e dîsa medya PKKê û qelemşorên wê dest bi propagandeyeke dijatiya PDKê kirine. Ev jî nîşan dide ku bi nûçe û agahiyên nerast û sexte bingeha provokasyonên nû amade dikin.
Medya PKKê di çend rojên dawî de, dezenformasyoneke tund a bêbingeh daye destpêkirin ku dibêjin, xwedêgiravî PDK digel artêşa Tirk amadekariya êrîşeke mezin li ser PKKê dike û heta roja wê jî didin.
Di demeke ku PDK ligel Tevgera Sedir û Hevpeymana Siyade ya Suniyên Iraqê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê li hev kiriye de, hevdem bi zêdebûna êrîşên alîgirên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê re PKKê jî bi medyaya xwe dest bi dijayetî û danîna bingeha provokasyonan kiriye.
Di demeke wiha hesas de, medyaya ku hemû derftên PDKê bêsînor bikar tîne li şûna ku rastiyan raxe pêş çavan û propagandayên PKKê pûç bike, gelek caran di bin bandora wê propaganda û dezenformasyona nûçeyan de dimîne.
Wekî nimûne; Rûdaw gelek caran bi awayê dayîna nûçeyan, di bin bandora propagandaya PKKê de dimîne ku ev jî tîne bîra mirov ku hin dest di nav wê medyaya Kurdistanê hene û bi taybetî wan nûçe û dezenformasyona dijatiye PDKê û Herêma Kurdistanê car caran didin.
Li ser malpera Rûdawê nûçeyek li ser avakirina dîwarê ser sînorê navbera Iraq-Îran û Sûriyê hatiye belav kirin ku ew dîwar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê lêkirin û gelek caran jî ew mijar bûyer nûçe û belav bûye.
Herwiha mebesta lêkirina wî dîwarî jî beriya niha gelek caran ji aliyê berpirsên iraqî ve hatiye eşkerekirin ku ji bo rêgirtina qaçaxçiyan û çekdarên DAIŞê ye.
Lê belê Rûdawê sernavekî provokatîf daniye ser nûçeyê û gotiye, “Di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dîwar tê avakirin”.
Kesên vê nûçeyê bibînin wê yekser wekî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîwarekî di navbera xwe û Rojavayê Kurdistanê de ava dike fêm bikin, lê rastî ew e ku ew deverên Kurdistanî di bin kontrola Iraqê de ne û herwiha ew kar jî ji aliyê Iraqê ve tê kirin ku mebesta wê jî hatiye eşkere kirin.
Ji bilî vê jî ji xwe sînorê ku behsa wê tê kirin ku 250 kîlometre dîwar hatiye lêkirin agahiyeke dûrî rastiyê ye.
Bi vî sernavî û nûçeyê wekî ku dîwar ji bo astengkirina çûnûhatina navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatiye lêkirin tê nîşandan ku ev jî piştrast dike ku di bin bandora propagandaya PKKê ya dijî Herêma Kurdistanê û PDKê de ne.
Mînakên nûçe û dezenformasyona bi vî rengî mixabin gelek caran derdikevin pêşiya me ku ew medyaya Kurdistanê ya ku hemû derftên PDKê û çavkaniyên Herêma Kurdistanê bikar tîne, dikeve bin bandor û xizmeta propagandayên bêbingeh ên PKKê ku dijayetiyeke tund û dûrî ehlaqê li dijî PDKê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin