Li ser medyaya civakî operasyon

16 nîsan 2026 13:04

Li Mereşê, piştî êrîşa li ser dibistanekî operasyonek li dijî medyaya civakî hat destpêkirin. 940 hesab hatin astengkirin û 83 kes hatin binçavkirin.

Li ser medyaya civakî operasyon

RûpelNews - Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê derbarê lêpirsînên piştî êrîşên li ser dibistanan li Riha û Mereşê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku fermanên binçavkirinê hatine dayîn û li dijî 83 kesan doz hatine vekirin ku tê de hatiye destnîşankirin ku naveroka pesnê sûc û sûcdaran dane an jî ewlehiya giştî tehdît kirine.

Her wiha hat ragihandin ku gihîştina 940 hesabên medyaya civakî hatiye astengkirin û 93 komên Telegramê hatine girtin. Rayedaran teqez kirin ku pêvajoya qanûnî ya li dijî gumanbaran bi awayekî piralî berdewam dike.