Mazlûm Ebdî di merasîma cenazeyên helîkopterên ketî de axivî

22 adar 2023 21:23
Mazlûm Ebdî di merasîma cenazeyên helîkopterên ketî de axivî

PeyamaKurd – Ji bo 9 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên hêza anîterorê (YAT) ku di ketina helîkopterên li Çemanke ya Duhokê de can dabûn, bi beşdarîya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî merasîmek hat lidarxistin.

Mazlum Ebdî di merasîmê de, sersaxî ji malbatên 9 şervanên YATê re xwest û got: “Ser navê Fermandariya HSDê em tevahî gel, dostên xwe yên îro li vir amade ne û êşa me parve dikin silav dikin. Di bûyera şahadetê de gelek dostên me li gel me sekinîn, bi me re bûn alîkar ku şehîdên me heya vir bi me re anîn. Em spasiya wan jî dikin. Îro em li vir fermandarên YATê Şervan Kobanê û 8 hevalên wî yên qehreman oxir dikin.” 

Mazlum Ebdî, di axaftina xwe de diyar kir: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me HSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê HSD tu carî têk neçe.”