Mazlûm Ebdî li Duhokê ye
19 mijdar 2025 14:18
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) Mazlûm Ebdî dê beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2025) bibe û di paneleke taybet de bersiva pirsan bide.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî roja Çarşemê, 19ê Mijdara 2025an, ji bo MEPS2025ê gihîşt Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê.
Mazlûm Ebdî dê di çarçoveya Foruma MEPSê de bi Osman Baydemîr re beşdarî panelekê bibe.
Îlham Ehmed, Hev-Rêvebirê Ofîsa Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi Mazlûm Ebdî re di serdana wî ya Herêma Kurdistanê û MEPS2025ê de ye.
Beriya forumê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bi Mazlûm Ebdî re civiya.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Barrack hûrgiliyên civîna Trump-Sara bi Mazlûm Ebdî re parve kir
12 mjd 2025
Cîhan
Daxuyaniya Mazlûm Ebdî li ser "Sûriyeya Yekbûyî"
12 mjd 2025
Kurdistan
Mazlûm Ebdî û Barrack li Hewlêrê civiyan
17 rbn 2026
Rojhilata Navîn
Mazlûm Ebdî û şanda leşkerî çûn Şamê
04 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin