Mazlûm Ebdî: Me biryar da ku em beşdarî Sûriyeya nû bibin
Mazlûm Ebdî, di axaftina xwe ya bi boneya 100-emîn salvegera damezrandina Qamişloyê de, diyar kir ku wan biryar daye beşdarî wê Sûriyeya nû bibin ku niha tê avakirin.
RûpelNews - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di axaftina xwe ya ji bo 100-emîn salvegera damezrandina Qamişloyê de, bal kişand ser wê yekê ku gelên cihêreng bi taybetî kurd, ereb, ermenî û suryanî bi salan e li vî bajarî bi hev re dijîn.
Ebdî bi gotina ku dîroka Qamişloyê dîroka herêma Cizîrê û ya tevahiya Sûriyeyê ye, anî ziman ku gelên bajêr hem demên êş û azarê û hem jî demên şahî û kêfxweşiyê bi hev re parve kirine. Wî destnîşan kir ku gelên herêmê berê neçar mabûn li hemberî êrîşan xwe biparêzin û da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di vê pêvajoyê de derketin holê.
Ebdî got: "Dîroka kurd, ereb, ermenî û euryaniyên ku li Qamişloyê dijîn, ji sedsalekê gelekî kevntir e. Ev gel bi hezaran salan e li vê herêmê dijîn. Di nava çanda jiyana bi hev re de, wan hem xem û êşên xwe û hem jî şahiyên xwe parve kirine."
"Divê nasname li Sûriyeya nû bên parastin"
Ebdî bi bîr xist ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye, û diyar kir ku Sûriyeyeke nû tê avakirin û saziyên neteweyî ji nû ve tên sazkirin.
Ebdî teqez kir ku divê gelên herêmê bikaribin bi awayekî azad nasname û çandên xwe bijîn; her wiha anî ziman ku divê polîtîkayên şovenîst bi dawî bibin û li Sûriyeya nû nêzîkatiyeke demokratîk a rêveberiyê serdest be.
Ebdî got: "Divê li Sûriyeya nû ti qedexe li ser zimanan nebin. Divê zarok bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Divê gelên herêmê bikaribin bi awayekî azad çandên xwe bijîn û çalakiyên xwe yên çandî pêk bînin."
“Me biryar da ku em tevlî Sûriyeya nû bibin”
Ebdî herwiha derbarê pêvajoya tevlîbûna HSDyê û saziyên leşkerî, îdarî û ewlehiyê yên herêmê bo nava Sûriyeya nû de daxuyanî dan.
Ebdî bi nîşandana wê yekê ku piştî hilweşîna rejîma Esad rewşeke nû derketiye holê, got: “Sûriyeyeke nû tê avakirin. Saziyên neteweyî li Sûriyeyê ji nû ve tên damezrandin. Em jî, me biryar da ku em tevlî Sûriyeya nû bibin.”
Ebdî diyar kir ku di 28ê Çile de qonaxeke nû dest pê kiriye û got ku wan pêvajoyek da destpêkirin da ku saziyên leşkerî, îdarî û ewlehiyê yên ku bi îradeya gel hatine avakirin ligel parastina nasnameyên xwe, tevlî saziyên neteweyî yên Sûriyeyê bibin.
Ebdî tekez kir ku parastina nasnameyên van saziyan ku wî destnîşan kir bi xwîna şehîdan hatine avakirin ji bo vê pêvajoya nû gelek girîng e.
