Mark Milley: Em ji Rojhilata Navîn dernakevin!
PeyamaKurd- Serfermandarê Giştî yê Amerîkayê Mark Milley, ji bo televîzyona El-Mamlaka ya Urdinê axivî û rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û bandora hebûna hêzên welatê xwe ya li herêmê nirxand.
Mark Milley, di derbarê siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn de got ku Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve ji bo Amerîkayê herêmeke girîng e.
Milley, di nirxandinên xwe de bal kişand ser çavkaniyên petrolê yên li herêmê û wiha got:
“Bi vê herêmê re hevaltî û hevkariyeke me ya nêz heye. Em dixwazin bi îstiqrar tevbigerin. Herêm çavkaniya sereke ya petrolê ye û çavkaniyên enerjiyê ji bo tevahiya cîhanê ye.”
Mark Milley da zanîn ku ew ê têkiliyên xwe yên bi Rojhilata Navîn re berdewam bikin û wiha pê de çû:
"Ez nikarim bifikirim ku Amerîka ji Rojhilata Navîn derkeve. Peymana me ya li vê derê dê bi salan berdewam be.
Milley li ser pirsa “Gelo Amerîka hizra zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li herêmê dike yan na? got ku
“Ev yek, girêdayî asta metirsiya wê demê ye.”
Hebûna me dê berdewam be
Milley destnîşan kir ku hîn jî IŞÎD bi temamî nehatiye jinavbirin û wiha got: “Hîn bîrdozî nemiriye. Terorîstên IŞÎDê hîn jî li çolên Suriye û Iraqê digeriyan. Ji ber vê yekê ew hîn jî ji bo me gef in.
Heta ku em ji nişka ve ji vê derê vekişin, endamên IŞÎDê dikarin li vê derê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Rewş ji berê baştir e, lê dîsa jî hewildanek hewce dike."
Milley, li ser pirsa “Gelo heger IŞÎD bi temamî were tunekirin, dê Amerîka ji vê derê vekişe yan na? got ku “Ev biryar di destê Serokê Amerîkayê Joe Biden û hikûmeta Amerîkayê de ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin