Mark Milley ji ber serhildana Wagnerê serdana Rojhilata Navîn betal kir
PeyamaKurd - Sererkanê artêşa Amerîkayê Mark Milley ji ber geşedanên Rûsyayê û serhildana koma leşkerên kirêkirî Wagnerê, geşta xwe ya Rojhilata Navîn betal kir.
Biryar bû Milley roja Şemiyê 24ê Hezîranê serdana Îsraîl û Urdunê bike, lê berdevkê wî Kolonel Dave ji AFP re ragihand ku ji ber geşedanên li Rûsyayê ew serdan hatiye betalkirin.
Herwiha Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan jî geşta xwe ya ji bo civîna Kopenhagê ya li ser Ukraynayê, ku welatên din jî tê de beşdar bûn, betal kir.
Milly û Sullivan, Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin, Wezîrê Derve Anthony Blinken û Serokê Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê William Perence li ser rewşa Rûsyayê Serokê Amerîkayê Joe Biden agahdar kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin