Malbata sehîd Pêsrew Dizeyî seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir

27 sibat 2024 01:15
Malbata sehîd Pêsrew Dizeyî seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
PeyamaKurd – Ji malbata karsazê Kurd ji ya şehîd Pêşrew Dizeyî kurê wî Roj û birayê wî Dr. Abdullah Mecîd îro an ku di 26ê Sibat a 2024an de, êvarê seredana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin û serok Barzanî wan qebûl kir.

Qebûla malbatê li bajarê Selahaddînê (Massîf) hat kirin. Barzanî ji ber di êrîşa Îranê de karsaz Dizeyî û hinek kesên din şehîd ketibûn û gelek kes birîndar bûbûn, ji birîndaran re şîfayê xwest.
Di hevdîtinê de ji bilî mijara navborî çi axifîbin nehat ragihandin. Di ser şehadeta Dizeyî de 42 roj derbas bû.