Macron û Zelenskiy 'Plana Serketinê' gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Emmanuel Macron li Parîsê bi Zelenskiy re li ser "Plana Serketinê" ya ku ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya û Ukrayna hatiye amadekirin nirxandin kirin.
Serokomarê Fransayê Macron di çarçoveya gera xwe ya Ewropayê de li Koşka Elysee ya Parîsê ji bo civîneke dualî li paytexta Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy mêvandarî kir.
Zelenskiy û Macron piştî hevdîtinê daxuyanîyên kurt dan çapemeniyê.
Macron diyar kir ku welatê wî di çarçoveya Şerê Rûsya û Ûkraynayê de piştgiriya Ukraynayê didomîne.
Macron diyar kir ku ji bo perwerdeyê li Fransayê dest bi mazûvaniya eskerên Ukraynayê kirine, Macron diyar kir ku doh çûye serdana van eskeran.
Herwiha Macron diyar kir ku ew û Zelenskiy li ser xebatên leşkerî û dîplomatîk ên ku wê di hefteyên pêş de bên kirin gotûbêj kirin û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya perwerde û alavên parastinê yên ji bo Ukraynayê bidomînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin