ENKSê li Qamislo plana xwe ya nû ya siyasî gotûbêj kir
06 berfanbar 2023 23:25
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), piştî diyarkirina Desteya Serokatiyê ya nû yekem civîna xwe li Qamişloyê li dar xist.
Hate ragihandin ku di civînê de, Desteya Serokatiyê plana nû ya siyasî gotûbêj kir.
Endamê Desteya Giştî ya ENKSê Ednan Bozan derbarê civînê de ji medya Kurdistanê re ragihand ku ji ENKSê tê xwestin ku baweriya gel bi xwe vegerîne û ji ber wê jî ew danîna planeke nû ji bo nêzîkkirina ENKSê ya gelê Kurd gotûbêj dikin.
Hêjayî gotinê ye, Desteya Serokatiya ENKSê roja 13ê Mijdarê civiyabû û erkên nû li ser endamên nû belav kiribû û serokekî nû hatibû destnîşankirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Qamislo | ENKSê gefên Tirkiyê gotûbêj kir
25 mjd 2018
Jiyan
Ukrayna: Gotûbêjên plana astiyê li Amerîkayê dest pê dikin
30 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin