Macron û Merkel ji bo êrîsa Tirkiyê dicivin
PeyamaKurd – Hat zanîn ku dê Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro li ser êrîşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj bikin û hewl bidin bi yekhelwestî tevbigerin.
Berî civîna rayedarên Yekîtiya Ewropayê ku çav li rê ye rojên Pêncşem û Înê li Brukselê were sazkirin, dê îro Çarşemê jî Macron û Merkel bicivin û pêşhateyên dawî yên li Sûriyê gotûbêj bikin.
Serokatiya Fransayê ragihand ku civîna Macron û Merkel taybet e ji bo yekxistina helwesta herdu welatan derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û çawaniya serederîkirina herdu welatan li ser wê mijarê.
Ji destpêkê ve Fransa û Almanya li dijî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ne ku herdu welatan jî li dijî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bertekên tund nîşan dan û dixwazin Tirkiye êrîşan rawestîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin