3 hemwelatiyên Tirkiyê dema ji Lubnanê derbasî Îsraîlê dibûn ketibûn ber êrîsa Îsraîlê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku sê hemwelatiyên Tirkiyê di 11.01.2025an de ji Lubnanê xwestine derbasî Îsraîlê bibin lê di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê de hatine kuştin. Wezareta Tirkiyê bûyerê şermezar kir. Wezareta karên derve ya Tirkiyê di mijarê de got:
“Hat zanîn ku 3 hemwelatiyên Tirkiyê di wexta xwestine ji Lubnanê herin Îsraîlê, ketine ber êrîşa Îsraîlê û can dane. Ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji bo cenazên wan bînin Tirkiyê, karên pêdivî dewam dikin…”
Malbatên Sezer Özdemir, Hüseyin Kaya û Çınar Alp Baydenk ji bo ciyên fermî ragihandibûn ku di 11ê mehê de li ser sînorê Lubnanê wenda bûne, ji wan ti agahî nestendine an agahiya dawiyê ji ser sînor dane malbatên xwe. Malbat gotine ku berê jî bi navên sexte an nasnamên din çûne Îsraîlê, li wê derê 2 an 3 sal xebitîne û Îsraîl wan dersînor kiriye.
Özdemir, Kaya û Baydenk vê carê jî xwestine di ser Lubnanê de bi qaçaxî herin Îsraîlê da bixebitin. Xebera dawiyê li ser sînorê Lubnanê li devera Çiyayê Dowê li Şebayê sitendine.
Di çapemeniya Îsraîlê de ber destê êvarê hatiye gotin ku 3 kesên nasnamên nediyar xwestine sînor derbas bikin lê di encama êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin. Li ser îhtîmala ku sê kesên navborî bin, balyozên Beyrûdê û Tel Avivê yên Tirkiyê bi rayedarên cîh re ketine pêwendiyan.
Hatiye fêmkirin ku di roja 11ê mehê de grûbekî ji 20 kesan ku ji welatên cudane, di rêya qaçax de, di rêya ew kesên ku xelkê bi qaçaxî bi pere derbas dikin û bedela wê pere distînin, xwestine derbasî Îsraîlê bibin.
Kesên wan bi qaçaxî derbas dikin, ewilî her sê Tirkan derbas kirine û ketine ber êrîşê. Ji ber hatine kuştin, her 17 kesên din derbas nebûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin