Macron bo Tirkiyê: Hem êrîsa ser Rojava hem jî xwestina hevkariya NATOyê nabe
28 mijdar 2019 21:12
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron car din bertek nîşan êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de nîşan da û li ser mijra ku Tirkiye ji NATOyê hevkariyê dixwaze got, “Tirkiyeya ku bi serê xwe operasyona Sûriyê encam dide, nabe hevkariya NATOyê bixwaze.”
Macron beriya niha jî helwesta Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê û rêdana operasyona Tirkiyê rexne kiribû û ji bo NATOyê jî gotibû, êdî NATOyê mirina xwe ya mêjî ragihandiye.
Macron vê carê jî ji ber bendewariyên Tirkiyê ji NATOyê û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê bibîr xistin û got ku nabe Tirkiye ji NATOyê daxwaza hevkariyê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îranê ji bo êrîsa muhtemel a Rojava hisyarî da Tirkiyê
07 cot 2019
Cîhan
Asayîsa Rojava: Di êrîsa Tirkiyê ya Qamislo de 4 endamên me can dan
02 sbt 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin