Macron û Erdogan li Romayê civiyan
01 mijdar 2021 02:31
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20 de ku li paytexta Îtalya Romayê bûn, hevdîtinek pêk anîn.
Civîna navbera Macron û Erdogan li Navenda Peymana Nûvola ya ku lûtke lê hat lidarxistin, ji medyayê re girtî hat kirin û 50 xûlekan dom kir.
Hevdîtina her du Macron û Erdogan li demeke ku nakokiyên Enqere û Parîsê li ser mijarên cuda bi taybetî Lîbya û Rojhilata Deryaya Spî hene pêk hat.
Erdogan îro Yekşemê di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20 de li Romayê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî civiyabû û Biden fikarên xwe yên derbarê S-400ên rûsî û mafên mirovan li Tirkiyê anîbû ziman.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Erdogan û Macron civiyan
23 mjd 2025
Jiyan
Lûtkeya NATOyê: Erdogan û Macron civiyan
11 trm 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin