Macron, Rûsya bi hovîtiyê tawanbar kir
PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di serdana xwe ya Ukraynayê de, ji medya Fransî re axivî û got, “Hûn niha li Irpînê ne, bajarekî ruxandî. Li bajarê Irpînê şopên hovîtiya Rûsyayê hene.”
Macron herwiha diyar kir ku Irpîn bajarekî leheng e û ukrayniyan rê nedaye rûsan ku artêşa xwe li wî bajarî bicih bikin.
Macron li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku “Li ser hilweşandina dibistinan û jiyanan li nav erda Ewropayê, gotina bê kirin nîne. Tenê peyvên yasayî yên din hene. Divê dadger vê bikin.”
Serokê Fransayê destnîşan kir ku pêwîste Ukrayna bikaribe di vî şerî de berxwe bide û bi ser bikeve, wan ji bo piştevanî û ji nû ve avakirina bajarên hilweşandî dest bi alîkariya darayî kirine.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, îro 16ê Hezîranê yekem car piştî şer, serdana Ukraynayê kirin û bi Serokê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy re civiyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin