Mezlum Ebdî ji Foreigen Policy re axivî û Rûsya tawanbar kir: Di rastiyê de naxwaze...
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji kovara Amerîkî Foreigen Policy re axivî û got, Rûsya wisa nîşan dide ku dixwaze wan û rêjîm Sûriyê li hev bîne lê di rastiyê de tiştekî wisa naxwaze.
Fermandarê giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî ji kovara Amerîkî ya Foreigen Policy re daye xuyakirin, Rûsya dixwaze bi avakirina baregehan, cihê piyê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zexm bike lê ewê nekaribe di vî warî de serkeftî be.
Mezlûm Ebdî herwiha ji ber aloziyên li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûriyê Rûsya tawanbar kiriye û gotiye, Rûsya xwe wisa nîşan dide ku dixwaze wan û rêjîma Sûriyê li hev bîne lê di rastiyê de tiştekî wiha naxwaze.
Ebdî bibîr xistiye ku ew hêza herî xurt in li herêmê û destnîşan kiriye, ew dixwazin bibin beşek ji artêşa Sûriyeya pêşerojê, lê ne ya niha.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin