Amerîkayê Rûsya bi nixumandina bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kir

29 mijdar 2019 22:37
Amerîkayê Rûsya bi nixumandina bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kir

PeyamaKurd - Li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî li ser Dumaya Sûriyê, Amerîkayê Rûsya tawanbar kir.

Ruetersê ragihand ku Amerîka dibêje ku Rûsya alîkariya rejîma Sûriyê kiriye daku cebilxaneya çekên qedexekirî veşêrin.

Amerîkayê diyar kiriye ku Rûsya kar û xebatên tîma Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navdewletî (OPCW) asteng dike.

Li aliyê din Moskowê jî ev tawanbarî red kir û got, raporên Rêxistinê ne rast in.

Meha Nîsana 2018an, bajarokê Duma yê Sûriyê bi çekên kîmyewî hatibû bombebaran kirin û bêhtirî 40 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Tîma Rêxistina OPCW hefteya borî ragihandibû ku ew ê di destpêka sala bê de, berpirsên êrîşên kîmyewî li Sûriyê eşkere bikin.