Rûsya: Me li Odessayê, li xangara çekên Amerîkayê da
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku wan li bajarê Odessayê yê Ukraynayê, li xangareke ku çekên Amerîkayê di nav de bûn xistiye. Hat ragihandin ku êrîş ji qada hewayî ve hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Wezareta Berevaniya Rûsyayê ve hat belavkirin, Artêşa Rûs, li bajarê Odessayê ya Ukraynayê, êrîş biriye ser xangara balafirgeheke ku çekên Amerîkayê di nav de hatine tomarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa li vê balafirgeha leşkerî hatiye kirin, bi moşekan çêbûye û ew xangar hatiye rûxandin.
Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî ragihand ku Rûsya, li Odessayê li peyî hev êrîş birine ser rêbejahî, rêya trênê û pirên bajêr. Di dewama agahiyan de hat gotin ku Rûsya ji xeta Harkovê heta xeta Zaporijyayê, topbaran dike.
Bi berdewamî hat gotin ku Artêşa Rûs hewil dide, herêma Hersonê bike bin kontrola xwe û ji bo vê jî li xeta Mikolayiv û Hersonê êrîşên xwe zêdetir kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin