Macron peyamek li ser aloziyên li Derya Spî belav kir
PeyamaKurd – Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Fransayê de berdewam dikin. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê krîz û aloziya li Derya Spî û hewlên çareserkirina wê krîzê de, bi zimanê Tirkî peyamek belav kir.
Emmanuel Macron di twîta xwe de bal kişand ser civîna li gireva Korsîkayê kir û tekez kir ku peyama wan ji bo Tirkiyê zelal e û divê Enqere dest bi danûstandinên bi berpirsyarane bike ku pirsgirêk bêne çareserkirin.
Herwiha Emmanuel Macron da zanîn, “Ev bang ya Parlamentoya Ewropayê kir” û diyar kir ku li gor rewşa heyî ew peyama wan hatiye bihîstin.
Serokomarê Fransayê li gireva Korsîkayê bi amadebûna Komara Qibris û welatên endam di Foruma Yekîtiya Welatên Başûrê Ewropayê de civînek encam dabû û gotarek pêşkêş kiribû.
Macron di wê gotara xwe de gotibû, Tirkiye li navçeyê êdî ne hevbeşek e “pirsgirêka me li gel Erdogan ne li gel xelkê Tirkiyê” û “divê wek Yekîtiya Ewropa êdî peyameke zelal ji Tirkiyê re bê dayîn.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiv dabû van gotinên Serokomarê Fransayê û Macron bi êrişkirina bo ser Tirkiyê tohmetbar kiribû.
Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê gotibû, “Serokomarê Fransayê bi helwesta xwe ya netewperest aloziyan zêdetir dike û berjewendiyên Ewropa û Yekîtiya Ewropayê dixe jêr metirsiyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin