Macaristan ji bo endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê bi erênî tevdigere

08 adar 2023 05:14
Macaristan ji bo endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê bi erênî tevdigere

PeyamaKurd – Ji bilî Tirkiyê, dewleta ku endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NAT0 yê heya niha qebûl nekiriye dewleta Macaristanê ye. Serokê meclisa Macaristanê li Brukselê bi sekreterê giştî yê NATO yê bi Jens Stoltenberg re civiya. Stoltenberg ragihand ku ew bi dilxweşî pêşwaziya peyamên erênî yên Macaristanê ji bo endamtiya NATO yê ya Îsweç û Fînlandiyayê dike.

Heyetekî ji Macarsitanê serdana Îsveçê kiribû û li Stockholmê peyamên erênî ji bo endamtiya Îsveçê ya ji bo NATO yê dabû. Macaristan wê di dawiya mehê de di meclisa xwe de endamtiya her dû dewletan bixe ber dengdanê.

Stoltenberg jî wê roja pêncşemê li Brukselê serokatiyta civîna di navbera Tirkiye, îsveç û Fînlandiyayê de bike.