Lutkeya Iraq, Misir û Urdinê li Bexdayê tê lidarxistin

27 hezîran 2021 14:30
Lutkeya Iraq, Misir û Urdinê li Bexdayê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Hezîranê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Şahê Urdinê Şah Abdullah û Serokomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî li Bexdayê dicivin.

Civîna lûtkeya Urdin, Misir û Iraqê piştî taloqkirina du caran tê lidarxistin ku biryare di civînê de Mistefa Kazimî, Şah Abdullah û Sîsî rûdanên li Rojhilata Navîn û bihêzkirina peywendiyên her sê welatan gotûbêj bikin.

Beriya niha biryar hatibû dayîn 26ê Adara 2021ê civîna sêqolî li Bexdayê were sazkirin, lê ji ber rûdaneke şîmendîferê civîn hatibû taloqkirin.

Piştre jî biryar hatibû dayîn civîn di roja 8ê Nîsana 2021ê li Bexdayê were sazkirin û wê carê jî ji ber hewla darbeyê ya Hemze bin Husênê zirbirayê Şah Abdullah civîn careke din hatibû taloqkirin.

Berî wê taloqkirinê Mistefa Kazimî, Şah Abdulla û Sîsî li Qahîreyê civiyabûn.