Lîstikvanê xwediyê xelata Oscarê bo Trump: Devê xwe bigire kuro!
Lîstikvanê xwediyê xelata Oscarê Robert De Niro, di çalakiyeke azadiya axaftinê de ku li New Yorkê beşdar bû, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kir.
|
Türkçe
RûpelNews - De Niro diyar kir ku ew parêzvanê azadiya axaftinê ye û ew bi heman mafî bersiva nêrînên cuda dide.
De Niro, amaje bi gotinên Trump kir û got, "Ez ê bi bikaranîna azadiya xwe ya axaftinê bersiv bidim," û ji Trump re got ku "Êdî devê xwe bigire kuro".
Lîstikvan her wiha rexne li rewşa heyî ya Amerîkayê girt û got, "ez welatê xwe dixwazim."
