Lîstikvan, stranbêj û modelîstê navdar ê Îtalî serdana Hewlêrê kir

07 sibat 2022 23:30
Lîstikvan, stranbêj û modelîstê navdar ê Îtalî serdana Hewlêrê kir

PêyamaKurd – Lîstikvanê sînemayê, modelîst û stranbêjê navdûdengî Michele Morrone, serdana Hewlêrê kir û çend wêneyên xwe yên li dorûbera Kela Hewlêrê girtine jî li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirin.

Michele Morrone roja Şemiyê 5ê Sibata 2022an serdana Hewlêrê kiriye û li ser daxwaza hezkirên xwe wêneyên Hewlêrê dubare parve kirine.

Morrone bi fîlmê sînemayî yê bi navê “365 roj” yê Netflixê navdar bûye û bi sedema dengvedana fîlm, sala borî biryara kêşana beşa duyem a fîlm hatiye dayîn.

Morrone di şeş fîlmên sînemayî û pênc zincîrên televîzyonî de rol girtiye û albumeke wî ya stranan û çend stranên wî yên tak hene.

Michele Morrone, di 3ê Mijdara 1990î de jidayik bûye û ligel karê lîstikvaniya sînemayê modelî û stranbêjiyê jî dike.