Lîstikvanê navdar ku wek tirk dihat zanîn got: Ez kurd im
Lîstikvanê navdar ê Riza Kocaoglu yê ku li nav civaka Tirkiyeyê wek tirk dihat zanîn yekem car diyar kir ku ew kurd e û di malbateke asîmîlebûyî de mezin bûye.
RûpelNews - Lîstikvanê bi nav û deng ê li Tirkiyeyê Riza Kocaoglu ku heta niha wek tirk dihat destnîşankirin û wisa dihat zanîn lê wî diyar kir ku ew kurd e.
Kocaoglu ku beşdarî bernameya rojnamevan Fatih Altayli a li YouTubê bû, qala pişaftina xwe ya malbata xwe wiha kir:
"Malbata min hatiye asîmîlekirin û wek asîmelebûyî ez jî li Îzmirê mezin bûm. Lê aliyê bavê min kurd e, kalê min kurdê Elegezê ye, aliyê dayika min tirk e. Û ji ber vê yekê, ji aliyê siyasî ve, jiyaneke têkel bû jiyana min. Ez bawer dikim em ji eşîra Şêxbizin in. Ez dixwazim herim serdana xizmên xwe yên li Enqereyê jî bikim."
