Libya bi du hikûmetên cuda parçe bû: Metirsiya ser dîsa derket holê!
PeyamaKurd – Li Libyayê beriya ku hilbijartinên giştî pêk werin, du hikûmetên cuda li ser kar in.
Encûmena Nûneran a Lîbyayê hefteya borî biryara avakirina hikumeta bi seroktiya Fethî Başaxa dabû ku ji 101 parlamenteran 92yan ew biryar pesend kiribû.
Herwiha Serokwezîrê hikûmeta demkî Ebdulhemîd El-Debîbe jî hîn li ser kar e biryara parlamantoyê ya erkdarkirina hikumeta nû red kir.
Fethî Başaxa diyar kiriye ku wan bi Desteya Ewlekarî û Leşkerî re guftûgo kirine da ku Tarablus bibe navenda hikumeta wî ya nû.
Hikumeta nû ya Fethî Başaxa ji 3 cîgirên serokwezîr, 29 wezîr û 6 wezîrên dewletê pêk tê.
Ev parçebûna Libyayê ji nû ve bû sedema zengilê şer lê bidin û metirsî heye şerê navbera hêzên Xelîfe Hefter û Îxwanan ji nû ve dest pê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin