Almanya: Libya di navbera Tirkiye û Rûsya de parçekirî ye

23 tîrmeh 2020 23:44
Almanya: Libya di navbera Tirkiye û Rûsya de parçekirî ye

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ragihand ku wê pêşniyarên parçekirina Lîbyayê di navabera Tirkiye û Rûsyayê de, ji bo Ewropayê encamên xirab bidin.

Li gorî nûçeya Deutsche Welle Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer got: "Em nikarin bibêjin ku ev rewş dê ne ya baştirîn be ji Ewropayê re."

Wezîra Alman got, Almanya wê gavên berbiçav biavêje da ku şandina çekan ber bi Lîbyayê ve qedexe bike.

Annegret Kramp-Karrenbauer destnîşan kir ku însiyatîfa aştiyê ku li Berlînê hatiye destpêkirin, çareseriya tekane ye ji bo şerê Lîbyayê bê rawestandin.