NY: Metirsiya serê wekaletê li Libyayê heye

27 tîrmeh 2020 23:19
NY: Metirsiya serê wekaletê li Libyayê heye

PeyamaKurd - Rojnameya Financial Times a Britanî bi zimanê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Lîbyayê Stephanie Williams bal kişand ser rûbirûbûna hêzên biyanî yên li Lîbyayê şer dikin û got ku xetereyeke mezin heye.

Stephanie got: "Metirsiya veguherandina şerê li Lîbyayê ber bi şerekî wekaletê ve, pir xetere ye û tişta li ber çav berdewama destwerdana biyanî ye.”

Hêjayî gotinê ye, tevî biryara qedexeya şandina çekan a NY jî welatên piştgiriya aliyên şer ên Libyayê dikin, bi berdewamî çekan û hêzan dişînin û niha amadekariyeke mezin a şer bo bajarê Sirte yê stratejîk ê petrolê tê kirin.