Li Xezzeyê hejmara kesên di êrîsên Îsraîlê de hatin kustin gihîst 11 hezar û 500î

16 mijdar 2023 16:59
Li Xezzeyê hejmara kesên di êrîsên Îsraîlê de hatin kustin gihîst 11 hezar û 500î

PeyamaKurd – Hejmara kesên li Xezzeyê di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin, gihîşt 11 hezar û 500î.

Li gor Ofîsa Medyayê ya Hikûmet Xezzeyê derbarê êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê de agahî dan û diyar kir,  di êrîşên artêşa Îsraîlê de, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê 11 hezar û 500 Filistînî hatine kuştin.

Herwiha hat ragihandin, 4 hezar û 710 ji wan zarok, 3 hezar û 160 ji wan jî, jin in.

Hat eşkerekirin, “Di êrîşên Îsraîlê da 200 xebatkarên tenduristiyê, 22 xebatkarên parastina sivîlan û 51 rojnameger hatine kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ev 40 roj in êrîş berdewam dikin.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, heta niha 29 hezar û 800 kes birîndar bûne ku ji sedî 70yê wan jin û zarok in.

Herwiha hat diyarkirin, bi tevahî 3 hezar û 640 kes wenda ne ku hezar û 755 ji wan zarok in.

Hat ragihandin, “Ji ber êrîşên Îsraîlê 25 nexweşxane, 52 navendên tenduristiyê û 55 ambulans nikarin xizmetê bidin.”

Hat zanîn, ji ber êrîşan 74 mizgeft bi tevahî hilweşiyane, 3 dêr û 162 mizgeftan jî xisar dîtine.

Dîsa di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, “Di êrîşên Îsraîlê de 255 dibistan hedef hatin girtin, ji wan 63 nikarin perwerdeyê bidin û 95 tesîsên hikûmetê jî hilweşiyane.”

Herwiha heta niha di êrîşên Hamas û komên din ên ku piştgiriyê didin Hamasê de, tevlî leşkeran herî kêm hezar 400 Îsraîlî hatine kuştin.