Hejmara leskerên Îsraîlê yên li Xezzeyê hatine kustin zêde bû

06 berfanbar 2023 00:05
Hejmara leskerên Îsraîlê yên li Xezzeyê hatine kustin zêde bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmara leşkerên îsraîlî yên di şerê Xezzeyê de hatine kuştin zêde bûye.

Li gorî ragihandina AFPê hejmara leşkerên îsraîlî yên ji 7ê Cotmehê ve di şer de hatine kuştin gihîştiye 80 kesan.

Li aliyê din Kordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Filîstînê Lynn Hastings, ragihand ku heger şer bidawî nebe dê senaryoyeke xeter derkeve holê.