Li Xezzeyê du rojnamegerên din jî hatin kustin
Peyama Kurd - Hate ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên îro ku li dijî Xêza Xezzeyê pêk anîn de 2 rojnamegerên din jî jiyana xwe ji dest dan.
Îro li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xêza Xezzeyê, di encama êrîşa hewayî ya hêzên Îsraîlê ya li dijî maşînekê de, rojnamegerên bi navên Hemza Dehduh û Mistefa Thurayan jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku nûçegihanê wêneyan Hamza Dehduh ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, kurê Serokê Buroya Al Jazeera ya Xezzeyê Waîl Dehdûh e ku di êrîşên Îsraîlê yên di 26'ê Cotmehê de hevjîn, keç û neviyê xwe winda kiribû û ew jî birîndar bûbû.
Sendîkaya Rojnamegerên Fîlîstînê ragihandibû ku ji 7'ê Cotmehê ve li Xêza Xezzeyê 107 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Hemza Dehduh û Mistefa Thurayan, ev hejmar gihîşte 109an.
Hemasê di 7’ê Cotmeha 2023yan de bi navê “Tofana Eqsayê” li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî agahiyan, di van êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin, bi sedan jî ji alî Hemasê ve dîl hatin girtin. Piştî van êrîşên Hemasê, Îsraîlê li dijî Xezzeyê û hêzên Hemasê êrîşeke berfireh a bejayî, hewayî û deryayî da destpêkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara kuştiyan derket 22 hezar û 835an û hejmara birîndaran jî derket 58 hezar û 416an.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin