Li Xezzeyê 2 rojnamegerên din hatin kustin

10 tebax 2024 16:29
Li Xezzeyê 2 rojnamegerên din hatin kustin

PeyamaKurd – Di êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê de 2 rojnamegerên din ên Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezzeyê ve daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 rojnamevanên bi navê Temîm Ebû Muamer û Ebdullah El Suveyşî tevî malbatên xwe yên li bajarê Xan Yûnûsê di encama êrîşa li dijî malên xwe de jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî hejmara rojnamevanên ku li Şerîda Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatin kuştin derket 168an.

Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzedîn El-Qassam di 7ê Cotmeha 2023an de bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.

Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya 8ê tebaxê da diyar kiribû ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da mirin derket 39 hezar û 699an û hejmara birîndaran jî derket 91 hezar û 722an.