Li Xarpêtê erd bi hêza 4 pileyan hejiya
12 rêbendan 2022 14:34
PeyamaKurd – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, erd bi hêza 4 pileyan hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, îro Çarşemê 12ê Çileya 2022ê, di saet 00:34 deqeyan de, li parêzgeha Xarpêtê erdhejek bi hêza 4 pile çêbûye.
AFADê eşkere kir, kûrahiya erdhejê wek 14.21 kîlometre hatiye tomarkirin.
Herwiha Rasathaneya Kandîlllî ya Zanîngeha Bogazîçî jî eşkere kir, bandora erdhejê herî zêde li bajarokê Qovanciyan bûye. Heta niha aliyên pêwendîdar tu daxuyaniyek derbarê zerar û ziyanên erdhejê de belav nekirine.
Roja 24ê Çileya 2020an, erdhejek bi hêza 6.5 pile çêbûbû. Di erdhejê de 41 kesan can dabûn û hezar û 607 kes jî birîndar bûbûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Xarpêtê bi hêza 4,0 pileyî erd hejiya
17 tbx 2022
Cîhan
Navça Sivrice ya Xarpêtê hejiya
29 adr 2025
Jiyan
Qibris bi hêza 5.2 hejiya
12 mjd 2025
Jiyan
Li Meletiyê bi hêza 4.5 pileyan erdhej çêbû
17 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin