Li Îranê erd bi hêza 5.6 pileyî hejiya

25 hezîran 2022 12:59
Li Îranê erd bi hêza 5.6 pileyî hejiya

PeyamaKurd – Li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê bi hêza 5.6 pileyî erd hejiya.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê diyar kir, navenda erdhejê navçeya Bender Çarek a li parêzgeha Hurmuzgan e û erdhej di saet 08:07an de bi hêza 5.6 pileyî çêbûye.

Ajansê herwiha da zanîn, erdhej 22 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Herwiha tu daxuyanî li ser ziyanên canî û maddî, ji aliyê rayedarên Îranê ve nehatiye dayîn.